Serok Barzanî: Divê guhartinên Iraqê bi arasteya xizmetkirina welatiyên Iraqê be

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên IraqêMihemed Helbûsî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Dr. Fuad Husên Wezîrê Darayî ya Hikûmeta Iraqê amadebû, rewşa siyasî û pêşhat û guhertinên dawî ya proseya siyasiya Iraqê nirxandin. Her wiha di derbarê rêyên çareseriya ji bo qeyrana niha ya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Her di vê civînê de ronahî xistin li ser babeta guherîna yasayan ya li Encûmena Nûnerên Iraqê bi taybet yasaya nû ya hilbijartinê û her du aliyan tekez li wê yekê kirin ku her guhertinek pêwîst e di xizmetkirina berjewendiya hemwelatiyan û welat de be.

Rewşa siyasiya li asta herêmî û navçeyî mijareke din a vê civînê bû.

 

S. B