Artêşa Sûriyê xaleka serbazî ya Tirkiyê dorpêç dike

Çavkanîyeka ewlekarîyê li Sûriyayê ragehand, hêzeka artêşa Sûriyayê xaleke serbazîya Tirkiyayê li bajaroka Sirman li rojhelata MîiretulNeiman li Sinûrê parêzgeha Idlibê dûrpêç kirîye.

K24- Hewlêr

Çavkanîyeka ewlekarîyê li Sûriyayê ragehand, hêzeka artêşa Sûriyayê xaleke serbazîya Tirkiyayê li bajaroka Sirman li rojhelata MîiretulNeiman li Sinûrê parêzgeha Idlibê dûrpêç kirîye.

Riwangeha Sûriya bo Mafên Mirov, ragehand: Şereke tund di navebra girûpên çekdar û artêşa Sûriya li wê deverê rûdaye.

Xuya jî kir, artêşa Sûriyayê tenê 5 Kîlometan ji bajarokê Circinaz a devera gundewarên derdora MîiretulNeiman dûre.

Riwangehê amaje bi wê yekê jî daye, karwaneke artêşa Tirkiya ber bi wê deverê çûne daku alîkarîya serbazî bigehîne mîlîşîyayên çekdarên dijberîya Sûriyayê.