Endiryas Şîder: Divê Yekîtîya Ewrupayê piştevanya Rêveberîya Xweser

Cêgrê serokê Firakisyona Susyalîstên Demukrat di parlamentoya Ewrupayê de ragehand: Li deverên jêr desthelata Rêveberîya Xweser hemû pêkhate bi hev re dijîn lew divê Yekêtîya Ewrupa piştîvanî wê bike.

K24- Hewlêr

Endiryas Şîder, Cêgrê serokê Firakisyona Susyalîstên Demukrat di parlamentoya Ewrupayê de got:Em di wê bawerîyê de ne, ku divê Yekîtîya Ewrupayê piştevanîya Rêveberîya Xweser li Rojhelata Sûriyayê bike ku hemû pêkhate bi hev re li vir djîn. Ji ber wê yekê jî, em ji êrîşa Tirkiyê li ser vê navçeyê dilgranbûyîn.

Got jî: Em bi bawerîn divê piştevanîya mirovî ji bo vê navçeyê bihêt kirin.

Tekez jî kir : Em rê nedin Tirkiyê ku demugrafîya wê navçeya dest danîye ser biguhere. Bi bawerîya me jî jibo rêgirtinê ji guhertina demugrafî li navçeyên ku Tirkiyê dagîr kirîne; ewe ku hêzên navdewletî deverê bihên şandin bo wan deveran.