Rêveberîya Xweser dû zaroyên çekdarên Daişê radestê Finlendayê kir
Rêveberîya Xweser dû zaroyên çekdarên Daişê yên finlendî radestê welatê wan kirin.
K24- Hewlêr
Rêveberîya Xweser dû zaroyên çekdarên Daişê yên finlendî radestê welatê wan kirin.
Mêdyayên nêzîkî Rêveberîya Xweser belavkirîye, şandeke Finlendayê bi serokatîya nûnerê hikumeta wî welatî di Neteweyên Yekgirtî de serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel deste ya peywendîyên derve ya Rêveberîya Xweser li Qamişlo civîya.
Li gor ku hatîye belavkirin Rêveberîya Xweser dû zaroyên sêwî yên çekdarên Daişê yên finlendî radestê wî şandî kirîye, ew jî piştî wajûkirina belgeyekê ku tevahîya pişkinînên taybet ji wan herdû zaroyan re hatîne kirin.
Berî niha serok wezîra Finlendayê raghandibû, ku ew kar li ser vegerandna zaroyên çekdarên Daişê yên finlendî dê bikin.
