Aydin Meirûf: Hikumeta Herêma Kurdistanê ji rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê natirse

Aydin Meirûf, wezîrê Herêma Kurdistanê di kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê de ragehand: hikumeta Herêmê ti tirs ji rêkkevtina Hewlêr û Bexdayê nîne û di detpêka sala dahatî de ew rêkkevtin dê bihêt cîbicîkirin.

K24- Hewlêr

Rêkkevtina Herêma Kurdistanê li gel hikumeta Îraqê di çarçove ya budce ya hikumeta Fedral de ye bo sala 2020ê. Lew ewê rêkkevtinê çarçoveyeka yasayî heye.  Li gor şarazayan jî ew rêkkevtin di çarçove ya destûrê de ye û rêkkevtineke dû alîye, lew niha metirsî li ser wê rêkkevtinê û cîbicîkirina wê nîne.

Ûsman Weysî, şarezayekê destûrê ye, bi nerîna wî, ewê rêkkevtinê çarçoveyeke yasayî he û tirsa cîbicînekirina wê nîne.