Şam rastî êrîşeke bi mûşekan hat

Ajansa “SANA” a Sûrî belav kir, sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê rûbirûyî hejmarek mûşekên Îsraîlê bû û têkşikandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “SANA” a Sûrî belav kir, sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê rûbirûyî hejmarek mûşekên Îsraîlê bû û têkşikandin.

Wê ajansa fermî ya Sûrî ragihand, Îsraîlê hejmarek mûşek avêtin derdora Şamê, sîstema berevaniya esmanî ya Sûrî rûbirûbûyî wan bû û ew têkşikandin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji encama têkşikandina mûşekan, dengê 3 teqînan li derdora Şamê hatin. bihîstin.

Derbarê ziyanên wê êrîşa Îsraîlê de, tiştek nehat aşkerekirin, tenê ku mûşekek ji wan li devera Eqereba li gundewarê Şamê ketiye.

Di çend salên dawiyê de, Îsraîlê bi sedan mûşek arasteyî Sûriyê kirine, armanca wê jî ji wan êrîşan, lawazkirina mîlîşyayên Îranê û Hizbulaha Lubnanê ye.

 

S. B