YNK endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatiyê hildibijêre

Di sêyemîn roja kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, 118 endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatiya YNKê tên hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di sêyemîn roja kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, 118 endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatiya YNKê tên hilbijartin.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro di kongreya YNKê de endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatiyê tên hilbijartin, biryar e bîseke din hilbijartin destpê bike û dengdan bi çavdêriya 2 dadweran birêve diçe.

Hejmara endamên Encûmena Giştî ya Serkirdatiya YNKê 121 endam in, lê ji roja yekem a kongreyê ve Berhem Salih, Qubad Talebanî û Rêwaz Faiq ji ber ku postên wan ên bilind li Herêma Kurdistanê û Iraqê hene, bi piraniya dengan wek endamên Encûmena Giştî hatibûn destnîşankirin, îro jî 118 endamên din ên wê encûmenê tên hilbijartin.

Piştî hilbijartina Encûmena Giştî ya Serkirdatiyê, ji nava wê encûmenê posta yekem û cîgir û postên din yekalî dibin û li gor zanyariyan, Berhem Salih bihêztirîn kandîdê posta Serokê YNKê ye.

Roja 21. 12. 2019an kongreya çaremîn a YNKê dest bi karên xwe kir, di roja yekem de Encûmena Bilind a Siyasî bi Serokatiya Kusret Resûl hatibû hilbijartin, roja duyem jî peyrewa navxwe ya partiyê bi piraniya dengan hat pesendkirin, li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê jî, îro dawî roja birêveçûna kongreya YNKê ye.

 

S. B