2 serbazên Rûsî li Sûriyê hatin kuştin

2 serbazên Rûsî li parêzgeha Der'a li başûrê Sûriyê ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

2 serbazên Rûsî li parêzgeha Der'a li başûrê Sûriyê ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Komela “Ehrar Horan” li hejmara xwe ya tora civakî belav kir, li bajarê Newa ya Parêzgeha Der'ayê 2 serbazên Rûsî ji aliyê hin kesên nenas ve hatin gulebarankirin.

Diyar kir jî, dema ew her du serbazên Rûsî li rêbenda Ebo Xişê ya bajarê Newa bûn, 2 kesên li motorsîklekê siwar bûbûn êrîşî wan kir, di encamê de her du serbazan canê xwe jidest dan.

Piştî bûyerê, DAIŞê berpirsatiya xwe di ber kuştina her du serbazên Rûsî de ragihand.

Heta niha ti daxuyanî derbarê vê êrîşa li ser serbazên wê de belav nekiriye.

 

S. B