Hevşaredarên Sûrê hatin girtin

Hevserokên Şaredariya Navçeya Sûra Diyarbekir ya Bakurê Kurdistanê, ku erkê wan bi riya qeyuman hatibû desteserkirin, îro hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokên Şaredariya Navçeya Sûra Diyarbekir ya Bakurê Kurdistanê, ku erkê wan bi riya qeyuman hatibû desteserkirin, îro hatin girtin.

Hevserokên şaredariyên HDPê yên Sûra Diyarbekirê Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemîr ku duhî hatibûn binçavkirin , bi fermana Wezîrê Navxwe, derketin pêşberî dadgehê.

Hevserokên HDPê piştî bo rêveberiya asayişa bajêr hatibin birin, bo dadgehê hatin şandin û paşê jî bi heceta endambûyîna rêxistinê, hatin girtin.

Her wiha endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Yilmaz Eken jî, piştî lêpirsînê hat binçav kirin.

 

S. B