Buldan: Yên pir êş û azaran dibînin dayik in

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan di kombûna Beşa Jinan ya Partiya xwe de ragihand, piştî têkçûna pêvajoya aştîyê, yên herî pir kul û azar dîtine dayik in.

K24 – Nvavenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan di kombûna Beşa Jinan ya Partiya xwe de ragihand, piştî têkçûna pêvajoya aştîyê, yên herî pir kul û azar dîtine dayik in.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan ragihand, Hikûmet dixweze bi dijminahiya Kurdan, danîna qeyumên talanker, temenê xwe dirêj bike.

Herwiha got: Ji ber ku ev desthilatdariya AKPê ji jina azad ditirse, Kurd hemû kirine armanc. Pevajoya Aştîyê cemidandiye. Di vê demê de yên herî kul û azarên şer dibînin, rondikan dibarînin dayik in. Emê jî ji bo aştîyê, azadiyê mafên bingehîn yên gelê xwe tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê û heta niha hejmarek şaredarên HDPê ji kar hatine dûrxistin û di şûna wan de jî qeyum hatine danîn û beşek ji şaredaran jî hatine girtin.

 

S. B