Lavrov: Serweriya Sûriyê dê mafên hemû pêkhateyan gerentî bike

Wezîrê Derve yê Rûsya ragihand, xaka Sûriyê vegere bin kontrola Şamê, dê mercên baş pêk werin ji bo mafên hemû pêkhateyên Sûriyê yên netewî û olî bêne gerentîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsya ragihand, xaka Sûriyê vegere bin kontrola Şamê, dê mercên baş pêk werin ji bo mafên hemû pêkhateyên Sûriyê yên netewî û olî bêne gerentîkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov îro li Moskoyê ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim civiya û ragihand, Rûsya hemû hewlên xwe ji bo vegerandina serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê dide. Dema hemû xaka Sûriyê vegere bin kontrola Şamê, dê mercên baş peyda bibin ji bo gerentîkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê yên netewî û olî.

Lavrov diyar kir, niha Sûriyê di qonaxa çûna ber bi jiyana aştiyane de ye û divê civaka navdewletî dema plana xwe ji bo piştevaniya aştiya li Sûriyê datîne, vê yekê li ber çav bigire.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Sûriyê spasiya Rûsya û Çînê kir, ku li Encûmena Asayişa Navdewletî veto li dijî projebiryara welatên rojava bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bikar anîn, ji ber ku ev yek serweriya Sûriyê binpê dike.

Berî du rojan Rûsya û Çînê li dijî projebiryareke derbaskirina alîkariyên mirovî di rêya sînoran ji bo Sûriyê veto kirin û gotin divê alîkarî di riya Şamê re, ne di riya sînoran re derbasî Sûriyê bibin.

 

S. B