17mîn gera çavdêriya Tirkiye û Rûsya li rojavaya Kurdistanê
Tirkiye û Rûsya 17mîn gera çavdêriyê li rojavayê Kurdistanê encam dan.
K24- Hewlêr
Tirkiye û Rûsya 17mîn gera çavdêriyê li rojavayê Kurdistanê encam dan.
Nûçegehanê Kurdistan24ê li Qamişlo ragihand, Evro gereka çavdêrî ya nû ya Rûsya - Tirkiye li rojavayê bajarokê Dirbêsiyê destpêkir û gundên Girkund, Hac Oxlî û Qeyrewan heta navçeya di navbeyna Dirbêsiyê û Amûdê de, li xwe girt.
Li gor ku hatîye belavkirin jî, dû firokeyên Rûsî jî beşdarî di wê gerê de kirine. Herweha artêşa Tirkiye beşek ji dîwarê beramberî gundê Xerezê ya di navbeyna Amûdê û Dirbêsiyê de rakir, ji bo birêveçûn a gerên çavdêriyê.