Mue'lim: Planên Amerîka, Tirkiye û Israîlê liser Sûriyê berdewam in

Wezîrê derve yê Sûriyê radighîne, planên Amerîka, Tirkiye û Israîlê liser Sûriyê, ji bo astengkirina hewldanên wê li dijî terorê, berdewam dikin.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Sûriyê radighîne, planên Amerîka, Tirkiye û Israîlê liser Sûriyê, ji bo astengkirina hewldanên wê li dijî terorê, berdewam dikin.
Di civînekê de ligel Wezîrê derve yê Rûsyayê li Moskow, Wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Mue'lim ragihand, planên Amerîka, Tirkiye, Israîl û hin welatên navçeyê berdewam e liser Sûriye, bo astengkirina dijayetiya wê ji terorê re. Herweha dizîna rêxistinkirî ya samanên wê yên neftê, ji alî Amerîkayê ve.
Mu'elim got jî, dijminkarîya Tirkiyê, liser yekîtî û serweriya bakurê Sûriyê berdewam e. Herweha samanên gelên Sûriyê ji alî Amerîkayê ve tên dizîn, ew jî bi hêza çekê.
Daxûyaniyên Wezîrê derve yê Sûriyê li Moskow, di demekê de ne, ku îro şandek Tirkiye seredana Rûsyayê kiriye.