Ûqab Yihya: Bêguman binpêkirin hene; lê medya PYDê vê yekê mezin dike

Cîgirê Serokê Îtîlafa Sûriyê liser pêşêlakarîyên grûpên çekdar li Serêkaniyê got, bêguman binpêkirin hene. Lê medya PYDê vê yekê mezin dike û emrijd in liser aramiya wê deverê û vegera xelkê.

K24- Hewlêr

Cîgirê Serokê Îtîlafa Sûriyê liser pêşêlakarîyên grûpên çekdar li Serêkaniyê got, bêguman binpêkirin hene. Lê medya PYDê vê yekê mezin dike û emrijd in liser aramiya wê deverê û vegera xelkê.

Cîgirê Serokê Îtîlafa Sûriyê Ûqab Yihya di bersiva pirseke Nûçegihanê Kurdistan 24 liser binpêkirinên grûpên çekdar li Serêkaniyê got got: Bê Guman, binpêkirina li Serêkaniyê hene, di beramber de jî bidûvçûneke rojane û cidî jî heye û ragehandina PYD jî vê yekê gelekî mezin dike.

Herweha got jî: Ewa herî giring li cem me welatiyê Sûriyê ye çi Kurd, Ereb yan Siryanî be, û em rijd in li ser aramiya wê deverê û vegera xelkê wê bo ser mal û milkên xwe.