Çekdaran 8 welatiyên Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 8 welatiyên Efrînê bi hincetên cuda revandine û çarenivîsa wan ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 8 welatiyên Efrînê bi hincetên cuda revandine û çarenivîsa wan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa bi navê “Polîsa Azad” roja 18ê vê mehê welatî Mihemed Elî Mihemed ê ji gundê Qeretepe ji nava bajarê Efrînê revand.
Li navçeya Raco jî, îstixbarata Tirkiyê ji roja 1ê vê mehê ve Muxtarê gundê Hec Xelîl Mihemed Elî revandiye û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e. Herwiha roja 4ê vê mehê jî welatiyê bi navê Xelîl Xalo jî revand.
Ragihand jî, îstixbarata Tirkiyê ji roja 25ê meha bûrî ve welatiyê bi navê Mihemed Hesen ji gundê Hesen revandiye û ber bi cihekî ne diyar ve biriye.
Li gor zanyariyan, roja 22 vê mhê çekdarên Lîwaya Semerqend 2 bira yên bi navê Mihemed û Ebdo Kemal Omer ji gundê Aşka yê ser bi navçeya Cindirêsê ve revandin.
Herwiha çekdarên Lîwaya Weqas jî, roja 21ê vê mehê 2 birayên ji gundê Angelê yê ser bi navçeya Şiyê ve revandin û heta niha çarenivîsa wan diyar e.
S. B