Parlemana Kurdistanê bo projeyasaya çaksaziyê xula xwe ya Payîzê dirêj kir

Parlemana Kurdistanê bi armanca pesendkirina projeyasaya çaksaziyê, xula xwe ya Payîzê ji bo 30 rojên din dirêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemana Kurdistanê bi armanca pesendkirina projeyasaya çaksaziyê, xula xwe ya Payîzê ji bo 30 rojên din dirêj kir.

Di rûniştina îro de, Parlemana Kurdistanê bi dengê 77 parlemanteran, ji bo pesendkirina projeyasaya çaksaziyê, xula xwe ya Payîzê ji bo 30 rojên din dirêj kir.

Komîteyên Parlemanê raporta xwe ji bo projeyasaya çaksaziyê heta niha amade nekirine û ji ber ku projeyasaya çaksaziyê navê “bilez” lê hatiye kirin, Parlemana Kurdistanê xula xwe ya Payîzê dirêj kir.

Projeyasaya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwendina yekem jê re hatiye kirin û biryar e di zûtirîn dem de jî xwendina duyem jê re bê kirin û bikeve ber dengdanê û bê pesendkirin.

 

S. B