Serok Barzanî bi helkefta ji dayîkbûna hezretê Mesîh peyamek belav kir
Serok Barzanî bi helkefta cejna jidaykbûn a Hezretî Mesîh peyamek pîrozbahiyê belav dike û tekezî li kûrtirkirin a ferhenga pêkvejiyan û bratiya di navbeyna gelên Kurdistanê de dike.
K24- Hewlêr
Serok Barzanî bi helkefta cejna jidaykbûn a Hezretî Mesîh peyamek pîrozbahiyê belav dike û tekezî li kûrtirkirin a ferhenga pêkvejiyan û bratiya di navbeyna gelên Kurdistanê de dike.
Di peyama Serok Mes'ûd Barzanî de hatiye, bi helkefta serê sal a zayînî û cejna jidaykbûn a Hezretî Mesîh silavên Xwedê lê bin, germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî xwişk û brayên Kristiyan li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.
Di vê helkeftê de, tekeziyê li kûrtirkirin a ferhenga pêkvejiyan û bratiya di navbeyna pêkhateyên Kurdistanê de dikim û hêviya wê yekê jî dixwazim, ku xwişk û brayên Kristiyan, hemû cejn, helkeft û xweşiyên xwe, di aramî û tebayiyê de derbas bikin, û aştî û bratî jî, li navçeyê berqerar bibe.