Firakisyonên Kurdistanê baykot ragehandin

Firakisyonên Kurdistanî di Civata Nwênerên Îraqê de, li ser made ya 15 û 16 ya piroje ya yasa ya helbiratinên Îraqê baykota piroseya dengdanê kirin.

K24- Bexda

Firakisyonên Kurdistanî di Civata Nwênerên Îraqê de, li ser made ya 15 û 16 ya piroje ya yasa ya helbiratinên Îraqê baykota piroseya dengdanê kirin.

Evro, Civata Nwênerên Îraqê bo genegeşekirin û pesindkirina pirojeyasa ya helbijartinên Îraqê civîya.

Ciwan Îhsan,  seroka Firakisyona Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi amadebûna tevaya endamên firakisyonên Kurdistanî, ragehandinek vexwînd di hola kongireyên rojnamvenî de li perlemanê Îraqê û têda dijatî ya firakisyonên Kurdistanî bo naveroka made yên 15 û 16 ya piroje ya yasayê derbirîn.

Li gor naveroka made ya 15ya wê pirojeyasayê, bazne ya helbijartinê ji parêzgehê ve dihêt biçûkkirin bo qezayê û têde tenê lîsta yeke û piranî serdikeve û hemû dengên din dihên zeyîrkirin.