Diyarbekir.. derbarê rêveberên berê yên Baroya Diyarbekirê doz hatin vekirin

Serdozgeriya Diyarbekirê derbarê rêveberên berê yên Baroya Diyarbekirê, ji ber sê daxuyaniyan doz vekir.

K24- Hewlêr

Serdozgeriya Diyarbekirê derbarê rêveberên berê yên Baroya Diyarbekirê, ji ber sê daxuyaniyan doz vekir.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji ber sê daxûyaniyên cûda derbarî Rêveberiya Baroya Diyarbekirê de doz vekir.

Serdozgeriyê da zanîn, di daxuyaniya derbarî komkujiya Ermeniyan de, daxuyaniya parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemîr, ku peyva Kurdistan bikar anîbû û di raporta derbarî kiryarên balefirên bêpîlot de, bêrêzî li hikûmeta Tirkiye û gelê Tirkiyê hatiye kirin, doz vedike.

Di doznameyê de, navên Serokê Berê yê Baroya Ehmed Ozmen û 10 endamên Rêveberiya Baroyê derbas dibin. Tê çaverêkirin, rûniştina dozê, di rojên pêş de li Dadgeha Sizaya Giran ya Diyarbekirê dê destpê bike.