Demîrtaş: Desthilata AKPyê tawanbartirîn desthilata Komara Tirkiyê ye

Selahedîn Demîrtaş dibêje, desthilata AK Partiyê tawanbartirîn desthilata Komara Tirkiyê ye û ji bo berdewamiya xwe, hemû girtiyên siyasî, wek barimteyan bikar tîn e.

K24- Hewlêr

Selahedîn Demîrtaş dibêje, desthilata AK Partiyê tawanbartirîn desthilata Komara Tirkiyê ye û ji bo berdewamiya xwe, hemû girtiyên siyasî, wek barimteyan bikar tîn e.

Hevserokê Berê yê HDP Selahedîn Demîrtaş, bi rêya parêzerên xwe bersiva pirsên rojnameyeke Tirkiyê dan û got, tu bingehek nema ye, ku AK Partî di desthilatê de bimîn e, ji ber vê, hbi ezaran girtiyên siyasî di zîndanan de dihelê.

Demîrtaş bang li Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu jî kir û got, divê Davutoglu jiber kiryarên salên derbasbûyî rexne li xwe bigre û bang li hemû dijbereya Tirkiyê kir ku, li ser pîvanên bingehîn werin ba hev. Demîrtaş got, li Tirkiyê liser pêçandina birînan bernameyek demokrasiyê were nivîsandin û hemû aliyên dijbere pabendî wê bin.

Demîrtaş carek din da xuyakirin, biryar a zîndanîkirina wî Serokomar Erdogan da ye û heta hetayê, di zîndanê de bimîn e jî, ji Erdogan daxwaza azadkirina xwe nake.