Welîd Mûelim: Kurd li Sûriyê sîyaseteke çespayî nîne
Wezîrê derve yê Sûriyê, Welîd Mûelîm di dîdarekê de li gel kenala RT ya Rûsiya ragehand: Peywendîyên Dîmeşqê û Kurd li Sûriyê negehaye wê yekê ku Kûrahî û rehenda sîyasî hebe, çunkû Emerîka carna destberdarê Kurd dibin û carek din jî dibêjin, Em wan bicî nahêlîn.
K24- Hewlêr

Mûelîm behsa hûrkarîyên serdana serokê nivîsîngeha ewlekarîya nîştîmanî ya Sûriyê, Elî Memlûk bo Qamişloyê kir û got: Ew serdan bo haydarbûnê bû ji rewşa ewlekarî û serbazîya wê deverê.
Herweha got: Danûstandinên Memlûk li gel berpirsên Kurd kûrahîyên sîyasî ne bûye, ji ber ku ev yek girdayî ye bi peywendîyên di navbera Kurd û Emerîkayê de li deverê, ku carekê destberdarê Kurd dibin û careke din jî dibêjin, wan bicî nahêlîn, lew danûstandinên me bi temamî rawestane.
Welîd Mûelîm xuya jî kir, dema Kurd dibêjin, em pişkek in ji evî welatî û dixwazîn vegerîn bo hembêza welat, wan riwangeh, nerîn û sîyaseteke pirogramkirî ya çespayî neguher nîne.
Di destpêkê evê mehê de, Elî Memlûk serdana Qamişloyê kiribû û li gel berpirsên Rêveberîya Xweser û kesatîyên civakî yên deverê civîya bû.
Serdana Memlûk piştî wê yekê hat, ku fermande yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD), Mezlûm Ebdê ragehandibû, ew li gel Rûsiyê gihiştine rêkkevtinê daku hêzên Rûsiyê biçin bo deverên Amûda, Tel Temir û Eyîn Îsa li bakûra rojhelata Sûriyê.