Artêşa Sûriyê kontirolkirina 40 gundan li parêzgeha Îdlibê ragihand

Serkirdatiya Giştî ya Artêşa Sûriyê di daxwiyaniyekê de raghinad, operasyona wan dê berdewam bibe heya tevahiya xaka Sûriyê kontirol bike.

K24- Hewlêr

Serkirdatiya Giştî ya Artêşa Sûriyê di daxwiyaniyekê de raghinad, operasyona wan dê berdewam bibe heya tevahiya xaka Sûriyê kontirol bike.

Artêşa Sûriyê ragihand jî, wan rûberê sê sed û pêncî kêlometrên çargoşe li Îdlibê Kontirol kirine.

Di daxuyanîyê de hatîye, êrîşên hêzên wan yên çekdar ji alyê başûr û başûrê rojhlat li ser parêzgeha Îdlibê berdewam in û piştî jinavbirina pêgehên giropên çekdar û kuştina hejmareka mezin ji wan çekdaran, di çend rojên bûrî de, hêzên Sûriyê karîne navçeyeke zêdetir ji 350 kêlometrên çarguşe kontrol bikin û Bereya Elnusre û çekdarên din ji nêzîkî çil gundan derxîn in.

Artêşa Sûriyê tekez dike ku ew dê berdewam jî be ji paqijkirina parêzgeha Îdlibê ji teruristan û alyên ku piştevanya wan dikin. Daxwaz ji welatîyên sivîl dike ku ji navçeyên çekdarên terorsit têde hene; dûr bikevin û berê xwe bidin navçeyên dibin kontrola artêşa Sûriyê de.