Daghan: Bibawer im di Rapora Kurd a CHP de, pejirandina zimanê Kurdî bi fermî hebe

Derbarê rapora Kurd a CHP got, ku “CHP di meha Nîsan a sala pêşya me de diçe Kongreyê û bi bawer e CHP di parastina demokrasiyê û nirxên demokrasiyê de pêştir biçe...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şax a Diyarbekrê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Şêxmûs Daghan ji K24 re diyarkir, ku danîna qeyyuman ser şaredariyan binpêkirina îradeya gel e, herweha ne-wicdanî  û ne - dadwerî ye.

Ligor Daghan, AK Partî Rewşa Awarte bikar anî û li hemberê Destûrê jî, biryarnameyên di hukmê yasayê de derxistin.  Bi sedhezaran xelk deng dan e, şaredar hilbijartin e, lê Qeyyuman dideynin. CHP jî, li dijî danîna Qeyyuman e.

Serokê şax a Diyarbekrê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) destnîşankir, ku bawer nake Qeyyum liser bajarên mezin ên Tirkiye werin danîn.

Derbarê rapora Kurd a CHP got, ku “CHP di meha Nîsan a sala pêşya me de diçe Kongreyê û bi bawer e CHP di parastina demokrasiyê û nirxên demokrasiyê de pêştir biçe. Bi taybet jî, Nûnerên herêmê (heremên Kurd) xwazyar in di demokrasiyê de seknek wêrek were nîşandan. Bi bawer e, ku di meha Nîsanê de gelek tiştên erênî bi CHP re rû bidin. Di derheqê Rapora Kurd de agahdariyên Nûneratiyên Herêmê hene. Dinav Raporê de bibawer e, dê pejirandina Kurdî wekî zimanê fermî hebe”.