Ebdulbaset Hemo: Divê PYD ji bo zemîn a baweriyê, pêngavên berçav bavêje

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye Ebdulbaset Hemo ji K24 re diyarkir, ku di Krîza Sûriye de gelek dewletên herêmî û cîhanî dest heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye Ebdulbaset Hemo ji K24 re diyarkir, ku di Krîza Sûriye de gelek dewletên herêmî û cîhanî dest heye.

Ligor Ebdulbaset Hemo, rewşa deverê li Rojhilata Navîn, bi taybet girêdayî Sûriye jî, metirsiyek ligel hin welatan peyda kiriye, ku guherîn dê li herêmê encam bidin. Ew welatên, ku 50 salan li herêmê xwedî girîngî bûn, ew giringiya xwe wenda kirin e. Jiber vê yekê, her alî hewl dide, fişarê liser aliyên din bike. Girêdayî vê aloziyê jî, çareseriya siyasî dûr xuya dike. Jiber ku, her aliyek di çarçoveya berjewendiya xwe de, xwe nêzîkî çareseriya siyasî dike. Komîteya Destûrî bi xwe, ya ku pêşwazî lê hatibû kirin, tu encam neda.

Liser sekna Tirkiye, ku Amerika û Rûsya rêkeftinên vajo kirin e bicîh neanîn e, Hemo got, ku Tirkiye destweranê li tevayiya herêmê dike. Ji sekna Amerîka û Rûsya jî ne razî ye. Tirkiye dixwaze ajendayên rêberiya islamiyên sunne bike û vegere hêz a dema berî 1916an (dema Osmaniyan).

Girêdayî sekna Rûsya, Hemo destnîşankir, ku piştgiriya Moskow ji bo Sûriye berçav e. Dibe, ku Idlib bibe dever a şerek berfereh, ku berjewendiyên Rûsya/Sûriye û Tirkiye tên beramberî hevûdu.

Derbarê yekhelwestî/yekrêziya Kurd li rojavayê Kurdistanê Hemû got, ku PYD dive gavên berçav liser erdê bavêje, liser wê zemînê bawerî peyda bibe.