Qedexeya li Wanê digihe 1145 rojan
Li bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê dema qedexeya çalakî û xwenîşandanan careke din hate dirêjkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê li bajarê Wanê dema qedexeya çalakî û xwenîşandanan careke din hate dirêjkirin.
Li Wanê Hezar û 130 roj in her cure çalakî û xwenîşandan qedexe ye û Parêzgeriya Wanê dema qedexeyê careke din ji bo 15 rojan dirêj kir.
Parêzgeriya Wanê, hinceta qedexekirinê bi parastina aramiya civakî û rêlibergirtinê armancên rêxistinên terorê ve girê dide.
Ji bilî Wanê, li bajarên wekî, Şirnex, Colemêrg, Mûş û Çewlikê jî çalakî û xwenîşandan gelek caran e tên qedexekirin.
S. B