Li Idlibê çekdar vedikişin û xalên Tirkiyê jî diweşin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji navçeyên başûrê Idlibê vedikişin û dibe ku xaleke din a çavdêriyê ya Tirkiyê bikeve destê hêzên rêjîma Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji navçeyên başûrê Idlibê vedikişin û dibe ku xaleke din a çavdêriyê ya Tirkiyê bikeve destê hêzên rêjîma Sûriyê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpên çekdar ên opozîsyonê ji gundên Kefir Basîn, Babolîn, Sehyan û Mierhetat yên li ser riya navdewletî Heleb – Şam in vekişiyan.

Rewangehê amaje bi wê yekê dike, ta niha hêzên rêjîma Sûriyê neketine wê deverê, lê heger ji piştî vekişîna çekdarên opozîsyonê, hêzên rêjîmê biçin wan gundan, xala sêyem a çavdêriyê ya Tirkiyê ya li gundê Mierhetat dikeve destê hêzên rêjîma Sûriyê.

Diyar kir jî, pêştir jî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê yên li gundê Sirman û bajarokê Morikê ketibûn destê hêzên rêjîma Sûriyê.

Artêşa Tirkiyê li gor rêkeftinekê bi aliyê Rûsî û Îranî re 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlib û Hemayê ava kiribûn û herêma kêmkirina aloziyan jî di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê ava kiribû.

Ji roja Pêncşemê 19ê vê mehê ve  hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsya jî bi tundî wan navçeyan bombebaran dikin.

Artêşa Sûriyê ragihand jî, wan rûberê 350 kêlometrên çargoşe li başûr û başûrê rojhilatê Îdlibê Kontirol kirine û karîne Bereya Elnusre û çekdarên din jî ji 40 gundan derxînin.

Li gor amarên Rewangeha Sûrî, di encama êrîşa hêzên rêjîma Sûriyê li ser parêzgeha Idlibê de, zêdetir ji 134 ji hêzên rêjîmê û 167 ji çekdaran hatin kuştin. 

Herwiha bi bi dehan wî welatiyên sivîl bûne qurbanî û zêdetir ji sed hezar kesî jî koçber bûne.

 

S. B