Mizrakli derdikeve pêşberî dadgehê

Hevşaredarê Diyabekirê yê jikardûrxistî Adnan Selçûk Mizrakli li Diyarbekirê derdikeve pêşberî dadgehê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarê Diyabekirê yê jikardûrxistî Adnan Selçûk Mizrakli li Diyarbekirê derdikeve pêşberî dadgehê.

Dadkirina Hevşaredarê Diyabekirê yê jikardûrxistî Adnan Selçûk Mizrakli dê li Dadgeha Giran a Nehemîn a Diyarbekirê bi rê ve diçe.

Hevşaredarê Diyabekirê yê jikardûrxistî bi endamtî û bangeşekirina PKKê tê tohmetbarkirin û ji bo wî 15 sal ceza tê xwestin.

Adnan Selçûk Mizrakli di 19ê Tebaxê de ji erkê şaredartiyê hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn. Mizrakli di 22ê Cotmehê de jî hatibû zindanîkirin.

 

S. B