Konsolê Giştî yê Amerîka piştevaniyê li pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dike

Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê cejna sersalê li Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê pîroz kir û hêvîdar kir gelê Iraq û Herêma Kurdistanê di sala 2020an de di rewşeke ewle û aram di bimînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê cejna sersalê li Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê pîroz kir û hêvîdar kir gelê Iraq û Herêma Kurdistanê di sala 2020an de di rewşeke ewle û aram di bimînin.

Di çarçova serdanekê bo Kurdistan24ê de, Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin li ser pirsa pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê: Civaka Herêma Kurdistanê civakeke firehnetew e û pêkhateyên wê di tebayî û aştiyê de dijîn.

Diyar kir jî, daxwaz û piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin ku girîngiyê bide pêkvejiyana aştiyane. Herwiha hêvîdar in pêkvejiyan ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkû li hemû Rojhilata Navîn belav bibe û Hikûmeta Amerîka piştevaniyê li vê yekê dikin.

Herwiha got: DAIŞê Êzidî û Kirîstiyanên deşta Neynewa jenosid kir û vê yekê jî bandor xiste ser pirsa pêkvejiyanê li Iraqê. Niha Hikûmeta Amerîka dixwaze pêkvejiyan dubare li Iraqê bê avakirin.

 

 

S. B