Li Sêrt û Şirnexê 20 kes hatin desteserkirin

Li Bakurê Kurdistanê, li Sêrt û Şirnexê 20 kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê, li Sêrt û Şirnexê 20 kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li her du bajarên Bakurê Kurdistanê Sêrt û Şirnexê li dijî PKKê operasyoneke berfireh dan destpêkirin û bi ser 16 malan de girtin.

Di encamê de 20 kes bi tohmeta alîkarîkirina PKKê hatin desteserkirin û lêpirsîna wan berdewam e.

Ji aliyekî din ve hat zanîn, şeva bûrî jî Hevseroka Mêrdînê ya Partiya Herêman a Demokratîk DBPê Hasîbe Mengîrkaon jî hatiye desteserkirin.

 

S. B