Firokeyek şer a Îranê ket xwar – 2 pilot mirin

Li Îranê firokeyek şer, ji cure MIG-29, di dema firîna taqîkirinê (test) de ket xwar. Ligor Ajansa fermî ya Îranê IRNA, her du pîlotên firokeyê jiyana xwe jidest dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê firokeyek şer, ji cure MIG-29, di dema firîna taqîkirinê (test) de ket xwar. Ligor Ajansa fermî ya Îranê IRNA, her du pîlotên firokeyê jiyana xwe jidest dan.

Bûyer bi dema Îranê demjimêr 09:00 ê sibehê li derdora Çiyayê Sabalan rû da. Piştî bûyerê tîmên alîkariyê gihiştine deverê.

Herweha di sosyal-medya de vidyoyek amator a ku ketina firokeyê nîşan dide belav bû ye.

Berpirsên Îranê diyar dikin, ku piştî rûdanê tîmên alîkariyê ji bo parastina jiyana pilotên zû gihiştine herêma, ku firoke ketî, lê pilotan bi ketinê re jiyana xwe jidest da ye.

Çiyayê Sabalan, ku firoke li derdorê ketî sêyemîn çiyayê bilind ê Îranê ye.

 

 

 

C.B