Tunêla Pîrmam bi awayeke demkî dihêt vekirin
Fadil Hacî, gotebêjê hatinûçûna Hewlêrê bi Kurdistan24 re ragehand, tunêla Pîrmam bi awayeke demkî hatîye vekirin.
K24- Hewlêr
Fadil Hacî, gotebêjê hatinûçûna Hewlêrê bi Kurdistan24 re ragehand, tunêla Pîrmam bi awayeke demkî hatîye vekirin.
Ragehand jî, di niha de, karê qêrkirin û nûkirinê bo pêçên pîrmam dihêt kirin, daku asteng durist nebe bi awayeke demkî tunêla pîrmam vekirî dibe.
Tunêla Şeqlawe- Pîrmam bi wê rê ya li gel Tunêlê dihêt duristkirin, heşt kîlometre, 147 milyon Dolar bo wê hatîye mezixandin û Selahedîn û Şeqlawe yê bi devera Herîr ve girê dide, lê bi sedema çend arêşeyeke teknîkî hêj nehatîye temamkirin.