Hoşyar Zêbarî rexne li yasaya helbijartinên Îraqê digire

Hoşîyar Zêbarî ragehand, burandina yasa ya helbijartinan di berjewendîya partîyên biçûk de nîne.

K24- Hewlêr

 Hoşîyar Zêbarî ragehand, burandina yasa ya helbijartinan di berjewendîya partîyên biçûk de nîne.

Hoşyar Zêbarî, endamê Mekteba Sîyasî ya Partî ya Demokrat a Kurdistanê di Tiwîtekê de nivîsîye, burandina yasa ya helbijartinan vajîya xwazteka xwenîşanderane.

Zêbarî tekez dike, yasa ya nû ya Helbijartinê delveyan li pêş partîyên biçûk û kesên serbixwe kêm dike.

Duhî, Sêşembîyê, 24/12/2019 firakisyonên Kurdistanî di Civata Nwênerên Îraqê de, baykota pirose ya dengdanê li ser made ya 15 û 16 ya piroje yasa ya helbijartinên Îraqê kirin.

Li gor naveroka made ya 15 pirojeyasayê bazne ya helbijartinê ji parêzgehê ve dihêt biçûkkirin bo qezayê û têde yekem û piranî bi tenê serkevtî dibe û tevaya dengên din dihên dûrkirin.