HSD: Tevî agirbestê, girûpên çekdar berdewam êrîşan dikin

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) radighîne, tevî agirbestê hêj Girûpên çekdarên biser Tirkiyê di êrîşên xwe li Gundewarê Serêkaniyê û Eyn Îsa berdewam in.

K24-Hewlêr

Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) radighîne, tevî agirbestê hêj Girûpên çekdarên biser Tirkiyê di êrîşên xwe li Gundewarê Serêkaniyê û Eyn Îsa berdewam in.

Navenda Ragehandina Hêzên Sûriya Demokrat HSD di daxuyaniyekê de ragehandiye li Serêkaniyê û Tiltemir Girûpên çekdarên opozîsyonê êrîşî gundên Til Hermil û Um Şîfa û gundê Ebdulhey kirine û ew dever rastî topbaraneke zêde hat û ziyaneke mezin gihştie mal û milkên xelkê deverê.

Herwuha HSD dibêje li Eyn Îsa jî Girûpên çekdarên opozîsyonê çend gund topbaran kirine û xelkê wan gundan jî ji ber tûndiya topbaranê koçber bûne.HSD eşkere jî kir kir artêşa Tirkiyê hêzeke serbazî li gundê Xerîce li Eyn Îsa bicih kiriye.