Rejîma Sûriyê rijte li ser kontrolkirina Îdlibê
Êrîşên Rûsya û Rejîma Sûriye yên ser başûrê Idlibê, bi tundî berdewam in. Ligel ku Artêşa Sûriye ragihand, wan 40 gund kontrol kiriye, û diyar kir, heta temamê Idlibê kontrol nekin dê ne rawestin. Pispor amaje dikin, dê Tirkiye hewl bide, ku deriyên xwe bo penaberan venekê, lê dê alîkariya mirovî bigihîjînin wan. Herwiha dibêjin; dê rejîma Sûriyeyê qonax bi qonax operasyona ser Idlîbê bidomîn e.
K24- Enqere
Êrîşên Rûsya û Rejîma Sûriye yên ser başûrê Idlibê, bi tundî berdewam in. Ligel ku Artêşa Sûriye ragihand, wan 40 gund kontrol kiriye, û diyar kir, heta temamê Idlibê kontrol nekin dê ne rawestin. Pispor amaje dikin, dê Tirkiye hewl bide, ku deriyên xwe bo penaberan venekê, lê dê alîkariya mirovî bigihîjînin wan. Herwiha dibêjin; dê rejîma Sûriyeyê qonax bi qonax operasyona ser Idlîbê bidomîn e.
Bomberan kirina başûrê parêzgeha Idlibê bi topxanê ji erdê û ji esman bi rêya firokeyên şer ên Rûsî û Artêşa Sûriyeyê bi tundî berdewam e. Ev navçeya dikeve bakurê rojavayê Sûriye ye ku li jêr di desten çekdarên tundrew û destên rêxistina Teherîr El Şam de ye, nêzî 3 milyon sivîl lê dijîn. Artêşa Sûriyeyê jî ragihand ku wan rûberê 350 kîlomître çarguşe ango 40 gund li Idlibê kontrol kirine. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbuyî tenê di hefteya borî de ji ber êrîşên firokêyên Rûsî û Rejîma Sûriyeyê 30 hezar şêniyên Idlibê ber bi sînorên Tirkiyeyê ve koçber bûne ku ev hejmar niha gihiştiye nêzî 80 hezaran. Pispor Oytun Orhan jî amaje dike dema mirov ji aliyê Sûriyeyê ve dinêre ji bo bi dawîkirina şêrê navxweyî yê Sûriyeyê bi awayekî serkeftî xala girîng û armanca dawî Idlibe. Oytun dibêje dê rejîm bi qonax qonax vê operasyonê bidomîne.
Oytun Orhan, pisporê têkiliyên navneteweyî got: " Hemû mixalif niha li Idlibê ne. Ji ber hebûna sivîl, çekdarên tundrew û helwesta Tirkiye ya dij van operasyonan, rejîma Sûriye û Rûsya li şûna operasyonekê berfireh, qonax bi qonax operasyonekê pêk tînin. Bi piştgiriya Rûsyayê ev herêmên ku sivîl lê dijîn tên armanc kirin, van deveran ji nifûsê paqij dikin ku bo operasyonekê bejahî guncavtir bibe. Piştî vê jî parçe parçe cîh tên kontrol kirin. Berê Xan Şêxûn hat standin, xuyaye dê di demekê nêzîk de Merît El Numen jî bê kontrol kirin.
Ji aliyekî din ve Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî banga rawestandina şer li aliyan kiribû û ragihandibu ku pêleke nû ya penaberan dê Tirkiye bi tena serê xwe nehilgire. Serokê Navenda Koç û Îltîcayê (ÎGAM) Metîn Çorabatir jî radigih^şİne pêlekê cidî a penaberan ji ber êrîşên Rûsya û rejîma Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve tên û ger Tirkiye piştgiriyeke xurt nebîne dê deriyan venekê bo penaberan.
Metîn Çorabatir, serokê Navenda Koç û Îltîcayê ÎGAMê dibêje:" Bawerim Tirkiye teqez hin hevdîtinên ku em jê ne haydar in li Cinevê, Brukselê, li NYê dike. Penaber ber bi sînor ve ten. Tirkiye tenê bi wehdeke cidî ku di warê penaberan de piştgiriya wê bikin dikare deriyên xwe veke. Bo vê dê heta dawiyê jî hewl bide ku deriyên xwe veneke û dê
hewl bide alîkariyên mirovî bigihîjîne bo wan penaberên ber sînor. Helbet dê Tirkiye bikeve nav hin bazariyên wek ji aliyê Neteweyên yekbuyî ve dayîna pareyan yan jî ji ser Tirkiyeyê ve çuyîna penaberan bo Ewropayê."
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî got; li ser zêdebûna êrîşên ser Idlibê wan peyamek xurt daye Rusyayê û Kalin daxuyand; Di danûstandinên ligel şanda Tirkiye û Moskow de Rûsyayê bersiv daye ku dê şer rawestînin. Di encama şerên ku bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî de NYê jî daxwaz ji aliyan kir ku demildest êrîşan rawestînin û hewceyê xelqên sivîl bên parastin.