Binkeyeke Îranî li parêzgeha Dêrazorê hat bombebarankirin
Firokeyeke nenas binkeyeke hêzên Îranî li bajarê Bokemalê yê li parêzgeha Dêrazorê û li ser sînorê Iraqê bombebaran kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyeke nenas binkeyeke hêzên Îranî li bajarê Bokemalê yê li parêzgeha Dêrazorê û li ser sînorê Iraqê bombebaran kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Lîwaya 47 a hêzên Îranî li Bokemalê ji aliyê firokeyeke nenaskirî hat bombebarankirin û teqînên bihêz li wê binkeyê rû dan.
Heta niha ziyanên wê êrîşê nehatine belavkirin.
Ev yek di demekê de ye, roja 18ê vê mehê firokeyeke bêfirokvan otombîleke hêzên Heşd ên ser bi rêjîma Sûriyê ve li derdora Bokemalê bombebaran kiribû û hemû kesên tê de jî kuştibû.
Herwiha roja 8ê vê mehê jî binkeyên din ên Îranê li parêzgeha Dêrazorê ji aliyê firokeyên nenaskirî ve hatibûn bombebarankirin û 5 çekdarên Îranî hatibûn kuştin.
Hin grûpên hêzên Îranî li parêzgeha Dêrazorê hene û bi ligel hêzên rêjîma Sûriyê şer dikin.
Çendîn çar e jî, berpirsên Îsraîlê radigihînin ku ew rê nadin Îran hebûna xwe li Sûriyê xurt bike û çendîn car e jî firokeyên Îsraîlê binkeyên hêzên Îranî li Sûriyê bombebaran dike.
S. B