Reqa.. Hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî bicih bûn

Hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî li binkeyeke parêzgeha Reqayê bicih dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî li binkeyeke parêzgeha Reqayê bicih dibin.

Hêzên Polîsa Serbazî yên Rûsyayê li pêgeha gundê Til Semin ê li parêzgeha Reqayê bicih bûn, ku berê ew pêgeheke hêzên Amerîkî bû.

Li gor hatiye belavkirin, gundê Til Semin xwedî cihekî stratejîk e, ku bajarê Reqayê bi bakurê Sûriyê ve girê dide.

Medyaya Rûsî diyar kir, ji bo gerentiya ewlehiya welatiyan, Polîsa Serbazî ya Rûsî li wê binkeyê bicih bûye û dê jê ve dest bi gerên çavdêriyê jî bike.

Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Sûriyê ragihand, dema ew binke di destê hêzên Amerîkî de bû, çekdaran di wê riyê re çek vediguhastin.

Çekdarên DAIŞê di sala 2013an de bajarê Reqayê kontrol kiribû û ew kirin paytexta xîlafeta DAIŞê, di sala 2017an de jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka, bajarê Reqayê kontrol kiribû.

 

S. B