Hêzên Rûsî û Tirkî gereke din çavdêriyê li Kobanê dikin
Hêzên Rûsî û Tirkî gera hevbeş a çavdêriyê ya heştdehmîn li Rojavayê Kurdistanê birêve dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Rûsî û Tirkî gera hevbeş a çavdêriyê ya heştdehmîn li Rojavayê Kurdistanê birêve dibin.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê da zanîn, îro hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriya ya nû li bajarê Kobanê birêve birin, ku ji gundê Xerîb li rojhilatê Kobanê destpê kir û li hejmarek gundê din birêve çû.
Diyar kir jî, ev gera 18emîn a hêzên Rûsî û Tirkî li Rojavayê Kurdistanê ye û ya 5emîn e li bajarê Kobanê ye.
Piştî rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha bûrî li bajarê Soçî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê dikin.
S. B