Tiramp: Nansî Pîlosî ya dîne

serokê Emerîkayê, seroka Civata Nwênerên Emerîkayê bi dîn dibîne.

K24- Hewlêr

serokê Emerîkayê, seroka Civata Nwênerên Emerîkayê bi dîn dibîne.

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê di nûtirîn tiwît de, hêrişeke tund dike ser  Nansî Pîlosî, seroka Civata Nwênerên Emerîkayê û bi keseke dîn wê wesif dike.

Pîlosî ku sîyasetvaneka Demokratane û serperiştî ya helmetekê dike bo ji kardûrxistina Tiramp di kongirêsa Emerîkayê de çend caran şere axivtin dijî Tiramp kirîye.

Di dirêjahîya tiwîta xwe de, Tiramp nivîsîye, bo pîlosî nîne biryarê li ser çarenivîsa wî bide, ti endamekê Komarîyan di kongirêsê de, deng nadin pirojeyasa ya Demokratan.

Nansî Pîlosî li sala 1940 ji dayîk bûye, ji Partî ya Demokrata Emerîkaye ji wîlayeta Kalîfornîya û bo cara dûyê ye dibe seroka Civata Nwêneran.  Renge bi sedema dîwara sinûrî ya di navbera Emerîka û Meksîkê de rûbirûyê Tiramp bibe.