Yunîsêf: Zaro baca tundûtîjêyên Îdlibê didin
Rêkxistîya Yûnîsêf a ser bi Neteweyên Hevgirtî ragehand: Zaro bûyîne qurbanîyên tundûtîjîyan û baca wan tundûtîjîyan didin ewên niha li Îdlib heye û paraztina zaroya erke û ne kareke arezûmendane ye.
K24- Hewlêr
Rêkxistîya Yûnîsêf a ser bi Neteweyên Hevgirtî ragehand: Zaro bûyîne qurbanîyên tundûtîjîyan û baca wan tundûtîjîyan didin ewên niha li Îdlib heye û paraztina zaroya erke û ne kareke arezûmendane ye.
Rêveberê Herêmî yê Yûnîsêfê li Rojhelata Navîn û bakûrê Efrîkayê, Tîd Şîban ragehand, piştî burîna 9 salan bi ser şerê Sûriyê re hêj zaro qurbanîyên sereke yên tundûtîjîyan in.
Got jî, di dema 9 mehên ev sal de, 500 zaroyan canê xwe ji dest dane û birîndarbûne. Tenê di evê mehê de 65 zaro birîndar bûne.
Xuya jî kir, li deverên qelebalxên Meirtûlnûman ku dikeve başûrê Îdlibê, bi hezaran hevwelatî naçar bûne mal û xanîyên xwe bihêlin û birevin. Ji 130 hezar kes ku aware bûne 60 hezar ji wan zaro ne.