DAIŞ li Dêrazorê çalak bûne û di hefteyekê de 30 serbazên Sûriyê kuştin

Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê çalak dibin û di hefteyekê de 30 serbazên ser bi rêjîma Sûriyê ve dikujin.

K24- Hewlêr

Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê çalak dibin û di hefteyekê de 30 serbazên ser bi rêjîma Sûriyê ve dikujin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kir, bombeyeke vedayî ya çekdarên DAIŞê li beyabana Dêrazorê bi karwana Lîwa Qudis a Filestînî de teqiya û 5 çekdar hatin kuştin û Fermandarê Lîwayê yê beşê Dêrazorê  brîndar bû.

Ragihand jî, li gundewarê rojhilata Dêrazorê jî çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên rêjîma Sûriyê kirin û 2 efser kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî amaje bi wê da, di berdewamiya çalakiya çekdarên DAIŞê li parêzgeha Dêrazorê de, ji 20 vê mehê ve 30 leşkerên rêjîma Sûriyê û hêzên ser bi wê ve kuştin.

Ragihand jî, berî çend rojan, çekdarên DAIŞê êrîşî westgeha gazê ya li beyabana Humsê kirin û 4 welatiyên sivîl kuştin.