Tiramp hişyariyê dide Rûsya, Sûriye û Îranê

Tiramp derbarê kuştina welatiyên sivîl li Idlibê hişyariyê dide Rûsya, Sûriye û Îranê.

K24- Hewlêr

Tiramp derbarê kuştina welatiyên sivîl li Idlibê hişyariyê dide Rûsya, Sûriye û Îranê.

Serokê Amerîkayê Donald Tiramp di twîtekê de nivîsandiye, Rûsya, Sûriye û Îran xelkê dikujin, an jî di rê de ye, ku bi hezaran welatiyên sivîl li Idlibê bikujin.

Tiramp di twîta xwe de hişyarî da wan her sê welatan, ku welatiyên sivîl yên Idlibê bikujin.

Serokê Amerîkayê di dawiya twîta xwe de nivîsandiye, Tirkiye bi her awayek hewl dide, ku komkujiyê rawestîn e.

Ji 16ê vê mehê ve artêşa Sûriyê, bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê dest bi operasyonek berfereh li Idlibê kiriye. Heta niha nêzîkî 45 bajarok û gundên wê parêzgehê kontirol kiriye.