Hikumeta Wîfaq a Lîbîya bi fermî daxwaza piştîvanîya serbazî ji Tirkiyê dike

Ajansa Roterz a Birîtanî ragehand, hikumeta Wîfaq a Lîbîyayî bi fermî daxwaza piştîvanîya serbazî ya deryayî, bejayî û asamnî ji Tirkiyê kir wê.

K24- Hewlêr

Ajansa Roterz a Birîtanî ragehand, hikumeta Wîfaq a Lîbîyayî bi fermî daxwaza piştîvanîya serbazî ya deryayî, bejayî û asamnî ji Tirkiyê kir wê.

Berpirsekî li Terablis got, wan bi fermî daxwaz ji Tirkiyê kirîye, piştgîrîya serbazî ya asmanî, bejayî û deryayî pêşkeşî wan bike bo berengarbûna hêrişa hêzên rojhelat bo ser Paytextê.

Berê jî serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan ragehandibû ku welatê wî, li ser daxwaz Terabilsê hêzan dişîne lîbîyayê.

Erdogan tekez kir, ku welatê wî daxwaza Lîbîyayê bo şandina hêzên piştgîrîyê dê bicî bike, piştî ku perlemanan Tirkiyê bîrewename ya rêdanê pesind dike.

Di peyvekê de li Enqereyê Erdogan got, ewên piştîvaîya Hefter dikin, her ew alîne ewên piştîvanîya kudetayê kirin li dijî hikumeta rewa ya Misrê.