Tirkiye: Em ji Idlibê dernakevin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dibêje, xalên çavdêrî yên li Îdlibê ne ji bo agirbestê roleke mezin dilîzin û ew dest ji 12 xalên çavdêrî yên Îdlibê bernadin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dibêje, xalên çavdêrî yên li Îdlibê ne ji bo agirbestê roleke mezin dilîzin û ew dest ji 12 xalên çavdêrî yên Îdlibê bernadin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, tevî fermandarên pilebilind yên Artêşa Tirkiyê serdana hêzên li ser sînorê Sûriyê kir. Akar li wê derê da xuyakirin, hêzên wan li Îdlibê ji bo agirbestê roleke mezin dilîzin û ew 12 xalên çavdêriyê vala nakin.

Akar got, ew ji Idlibê dernakevin û ferman dane hêzên li wê derê ne ku her çi êrişek li wan were kirin, ewê bersivên pêwîst bidin.

Akar herwiha got, ji bo parastina berjewendiyên netewî, li derve û hundir çi pêwîst be ewê bikin.

Ev daxuyaniya Akar di demekê de ye, ji roja 19ê vê mehê ve  hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Sûrî û Rûsî dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û heta niha grûpên çekdarên opozîsyonê hin navçeyan vekişiyane û 3 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê katine herêmên ku di destê rêjîma Sûriyê de ne.

 

S. B