Li Diyarbekirê di sala 2019ê de 4162 qeza rû dane

Li gorî daneyên Gerînendehiya Ewlekariyê Ya Tirkiyeyê di sala 2019an de li Diyarbekirê di 11 mehan de 4 hezar û 162 qezayên trafîkê rû dane div an qezayan de 30 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 982 welzatî jî birîndar bûne. Pisporên ajokariyê balê dikêşin ku piraniya qezayan ji lezayî û nebaldariyê pêk tên.

K24-Amed

Li gorî daneyên Gerînendehiya Ewlekariyê Ya Tirkiyeyê di sala 2019an de li Diyarbekirê  di 11 mehan de 4 hezar û 162 qezayên trafîkê rû dane div an qezayan de 30 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 982 welzatî jî birîndar bûne. Pisporên ajokariyê balê dikêşin ku piraniya qezayan ji lezayî û nebaldariyê pêk tên.

Li Diyarbekirê tevî hemu bergir û sizayan dîsa jî rê li ber qezayên trafîkê nayê girtin ku pirraniya qezayan jî ji ber sedemên wek lezayî û nebaldariyê pêk tên. Li gorî daneyên Gerînendehiya Ewlekariyê Ya Giştî di 11 mehên îsal de li Diyarbekirê 4 hezar û 162 qezayên trafîkê rû dane û di van qezayan de jî 30 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar 982 welatî jî birîndar bûne. Ji bo pêşîlêgirtina qezayan ajokar tên hişyarkirin û di ezmûnên ajokariyê de jî perwerde rasterast di nava trafîkê de tê dayîn. Mamsoteyê Ajokariyê Mehmet Yildirim dibêje her tişt bi baldariyê dest pê dike.

Mehmet Yildirim, mamosteyê ajokariyê, got:"Ji ber ku ajokar diwestin û pabendê rêzikan nabin gelek caran qeza rû didin. Eger girêdayî rêzikan bin dê qeza jî kêm bibin. Em dibêjin bila hişyar bin û baldar bin. Bi teybetî di mehên Çile, Sibat û Adarê de berfe, barane, mije bila hay ji xwe hebin."

Li Diyarbekirê kêmzêde derdora 125 hezarî wesaît hene û salane jî 20 hezar hezar kes belgeya ajokariyê distînin. Ajokar Mehdî Korhan jî ku ji bo ajokariya xwe pêş bixe perwerdeyê dibîne amaje dike ku di trafîkê de tehemmul hêmanek girîng e.

Mehmet Korhan, ajokar, dibêje:"Ez dibêjim ez ê ajokarek baş bim. Divê em tehemmulkar bin ê bêhna me fireh be. Eger em rastî ajokarek bi pirsgirêk hatin jî divê em xwe wek wana lê nekin. Ji ber ku di qezayan de saniye û salîse jî girîng in."

Li gorî daneyan di 4 salên dawîn de li Diyarbekirê 18 hezar û 103 qezayên trafîkê rû dane û di van qezayan de jî 257 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Li Bakurê Kurdistanê piştî Dîlok û Rihayê herî zêde qezayên trafîkê li Diyarbekir pêk tên û herî kêm jî li bajarê Dêrsimê qezayên trafîkê rû didin.