Dû dadwerên Kurd bûne endamên Komisyona Bilinda Helbijartinan
Dû dadwerên Kurd bi rêya tîrûpişkê bûne endamên Komisyona Bilinda Helbijatinên Îraqê.
K24- Hewlêr
Dû dadwerên Kurd bi rêya tîrûpişkê bûne endamên Komisyona Bilinda Helbijatinên Îraqê.
Civata Bala ya Dadwerî ya Îraqê bi amadebûna Nwênerê Netewe yên Hevgirtî, tîrûpişik encam da bo navên wan şeş dadwerên Kurd ku ji alîyê Civata Bilinda Dadwerîya Herêma Kurdistanê ve hatibûn arastekirin bi mebesta wê yekê ku bibin endam di Komisyona Bilinda Helbijartinên Îraqê.
Di Tîrûpişkê de, her dû dadwer Ekrem Ûmer û Ehmed Mehemed bi endamên Komisyona Bilinda Heêbiratinên Îraqê hatin helbijartin.
Berê jî, Civata Bilinda Dawerî ya Îraqê, 7 dadwer bo Komisyona Bilinda Helbijatina bi tîrûpişik dîyarkiribûn, piştî ku yasa ya Komisyona Bilinda Helbijartina ji alîyê Perlemana Îraqê ve hatîye hevwarkirin.