Îran bersiva êrîşên Amerîka li ser Heşda Şeibî dide
Komara Îslamî ya Îranê piştî êrîşên artêşa Amerîka li ser baregehên Heşda Şeibî li Iraq û Sûriyê ragihand, ew kar nîşana wê yekê ye, Amerîka piştevaniya terorê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komara Îslamî ya Îranê piştî êrîşên artêşa Amerîka li ser baregehên Heşda Şeibî li Iraq û Sûriyê ragihand, ew kar nîşana wê yekê ye, Amerîka piştevaniya terorê dike.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî daxwaz ji Amerîka kir, rêzê li serwerî, serxwebûn û yekperçeyîya Iraqê bike û destêwerdana di karûbarên Iraqê de rawestîne.
Herwiha berpirsatiya derencamên êrîşa li ser pêgehên Heşda Şeibî xiste stûyê Amerîka û got, êrîşa dagîrker a Amerîka li ser pêgehên Heşda Şeibî, nîşaneke diyar e ku Amerîka piştevaniya terorê dike.
Mûsewî got jî, divê Amerîka dagîrkeriya xwe li Iraqê bidawî bike, ji ber ku hebûna hêzên biyanî li navçeyê tenê alozî û krîz dirust kirine.
Duhî firokeyên şer ên Amerîkî 5 pêgehên hêzên ser bi Îran ve li Iraq û Sûriyê bombebaran kirin. Li gor amaran jî 25 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û zêdetir ji 50 çekdarî jî birîndar bûne.
Derbarê wê êrîşê, heta niha ti şermezarkirin ji aliyê Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî nehatine kirin.
S. B