Yakutsk – sartirîn bajarê cîhanê
di sala 1911an de, sermatirîn roj hatiye pîvandin – ew jî – 76 pile bû ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Sartirîn bajarê cîhanê, bajarê Yakutsk ê devera Sibirya ya Rûsyayê ye. Zivistanan sarî ya giştî di bin sifirê de 40 pile ye. Jiber vê sermayê, zêdeyên nişteciyên Yakutsk zivistanan li malên xwe dimîn in.
Yakutsk nêzîkî çemê Lena, di sala 1632an de hatiye avakirin û paytexta Komara Xweser a Yakutistanê, ku girêdayî Federasyona Rûsya ye.
Roja Şemiya borî (berî 2 rojan) pileya sermayê -47 hate pîvandin, ku ji alî nişteciyên Yakutsk asayî tê dîtin. Zivistanan rojên herî sar -60 in. Lê, di sala 1911an de, sermatirîn roj hatiye pîvandin – ew jî – 76 pile bû ye.
Ligor lêkolînan Yakutsk, sartirîn bajarê cîhanê ye.
C.B