Ewropa daxwaza rawestandina êrîşa ser Idlibê dike
Yeketîya Ewropa daxwaz ji rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê dike êrîşên serbazî li dijî sivîlan li Idlibê rabigire, ji ber ku bi hizaran kes ji malên xwe direvin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yeketîya Ewropa daxwaz ji rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê dike êrîşên serbazî li dijî sivîlan li Idlibê rabigire, ji ber ku bi hizaran kes ji malên xwe direvin.
Wezîrê Derve yê Yeketîya Ewropa Josep Borrell di daxuyaniyekê de ragihand, tundûtijîya ji aliyê hêzên rêjîmê ve li bakurê rojavayê Sûriye tê kirin, divê raweste, ji ber ku sivil dibin qurbanî.
Herwaha got, divê hemû aliyên şerker sivîlan biparêzin û rêzê li yasayên navnetewî bigirin.
Yeketîya Ewropayê daxwaza vekirina riyan ji bo gehandina alikarîyên mirovî ji nizîkî 3 milyon penaberan li Idlibê re kir.
Da zanîn jî, Ewropa li ser hebûna komên tûndrê li Idlibê agahdar e, lê nabe ev yek bibe behaneyek, ji bo xelkê sivîl bêne armanckirin.
Ji roja 19ê vê mehê ve hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsya jî bi tundî wan navçeyan bombebaran dikin.
Ji encama êrîşê û li gor amarên Netewên Yekgirtî, zêdetir ji 235 hezar kes ji Idlibê koçber bûne.
S. B