ji encama êrîşên firokeyên Rusî li Sûriyê, ev sal 1178 kes hatîne kuştin

Ji destpêka sala 2019an ve heya niha, ji encama êrîşên firokeyên Rusî li Sûriyê 1 hezar û 178 kes hatine kuştin,

K24- Hewlêr

Ji destpêka sala 2019an ve heya niha, ji encama êrîşên firokeyên Rusî li Sûriyê 1 hezar û 178 kes hatine kuştin,

Rewangeha Suriyê ya Mafên Mirovî belavkiriye, firokeyên Rusî di piştevaniya hêzên hikumeta Sûriyê de, li wî welatî berdewam e. Ligor Rewangehê, ji 30ê meha Berçile ya sala 2018an, heya 30ê vê mehê jiber êrîş û lêdanên asmanî yên firokeyên Rûsyayê liser bajar û bajarokên cuda li Sûriyê 1 hezar û 178 kes hatine kuştin, ku 254 ji wan sivîl in û 104 ji wan sivîlan, zarokên ku temenê wan di jêr 18 salan de ne. Hêzên Rûsyayê ji Îlon a sala 2015an ve Operasyonên asîmanî ji bo piştevaniya hikumeta Sûriyê destpê kirin e.