Ava Gola Wanê dadikeve

Di salên dawî de, av a Behra Wanê kêm dibe û vekişîna avê, wekî encamek têkçûyîna besteka xwezayê tê nirxandin. Akademisyenên pispor û aktivîstên parastina xwezayê radighînin, ku destwerdanên liser xwezayê û zêdebûyîna germa hewayê, encamên xeter peyda dikin û kêmbûyîna av a behra Wanê jî, bandorek ji wê encamê ye.

K24- Wan

Di salên dawî de, av a Behra Wanê kêm dibe û vekişîna avê, wekî encamek têkçûyîna besteka xwezayê tê nirxandin. Akademisyenên pispor û aktivîstên parastina xwezayê radighînin, ku destwerdanên liser xwezayê û zêdebûyîna germa hewayê, encamên xeter peyda dikin û kêmbûyîna av a behra Wanê jî,  bandorek ji wê encamê ye.

Di salên dawî de, şilî gelek kêm bûne û bi taybet kêm barîna berfê û kêmbûyîna ava bin erdê, nîşaneyên encam xeter peyda dikin. Di salên dawî de, her diçe ava behra Wanê jî vedikişe û ew vekişîn gihiştiye teqrîben metreyek û metreyek û nîvan.

Akademisyenê zaningeha Yuzinci Yil (yy) ya Wanê Mistefa Akkûş balê dikşîne ku mirov, bi çavên pare bidestxistinê û zêdekirina sermiyanên xwe nêzikayî bi xwezayê ra datînin, jê agahdar nîn in ku sermiyanê hebûna xwe tune dikin. Akkuş dîsa balê dikşîne ku li cîhanê ji her 13 xulekan cureyekî ajal kêm dibe û her tiştek ku ji xwezayê kêm dibe jî, têkçûyînê nêzîktir dike.

Mıstefa Akkuş (serokê beşa berhemên avê yê Zaningeha YY ya wanê), got:"Bi zêdebûyîna germahiya xwezayê ra, barîna ku berê wek berf dibariya, êdî wek baran dibare û avên bin erdan de her diçe kêm dibe. Li gola Wanê jî encamên wê xuya bûne. Em niha li meha Berffembarê ne û ew jî xilas dibe, em dikevin meha Rêbendanê, lê hêj berf tune ye, tenê li çiyayên bilind heye. Di salên pêş de, ev pirsgirêka avê dê pirsgirêkên mezintir peyda bike û qeyranên mezin, dê rû bidin."

Behra Wanê xwedî hewzeke girtiye û hem bi rûbarên ku dikevinê tê xwedî kirin, hem jî bi avên binerde.

Rêvebirê Komeleya Aktivîstên Parastina Gola Wanê Serkan Seyahoglû jî, balê dikşîne ku, ji ber di salên dawî de, berf kêm dikeve, hin kanî û newal jî ziwa dibin û welatî jî avên bin erdan dikşînin gola Wanê vedikişe, lê ev rewş wiha bidome dê encamên gelek xeter peyda bibin.

Serkan Seyahoglû (aktıvîstê parastina Gola Wanê) dibêje:"Behra me bi qasî metreyekî-metre û nîv vekişiyaye. Îro jî em hatin û me xwest ku temaşevan jî bibinin ciyê ku vekişiyaye. Sedema vê jî gelek caran avên ku diherikin golê ziwa dibin, avên bin erde jî kêm dibin. Berf û şilî kêm dibin. Her sal van çaxan li erdê metreyekî berf hebû, lê îsal hêj nû berf dibare. "

Pispor û aktivîst radigihînin ku vekişîna behra Wanê, tenê nîşaneyeke ji têkçûyîna xwezayê û hişyarî didin ku heger besteka xwezayê wiha têk biçe, metirsiyên mezin li benda mirovahî û hemû giyana ne.